Îro şemî 18/08/2012 Serok Barzanî li pêwendiyekî telefonî da li gel Serok Mam Celal, spasî peyama pîrozbahiya rêzdar kir ku ji bo salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê û her wiha hatina cejna Remezanê lê pîroz kir û hêvî xwest ku ev cejin bibê sedema xêr û xweşî û aramî û destkeftên zêdetir ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê.
Her wiha li vê pêwendiyê da, Serok Barzanî hêviya leş saxî û temen dirêjiyê ji bo Serok Mam Celal xwest.