• Sunday, 08 February 2026
logo

Ehmed Tirk: Em Qebûl Nakin Tirkiye Derbasî Sûriyayê Bibe

Gulan Media August 18, 2012 Nûçe
Ehmed Tirk: Em Qebûl Nakin Tirkiye Derbasî Sûriyayê Bibe
Hevserokê kongreya civaka demokratîk û Parlementerê Mêrdînê Ehmed Tirk di merasimeke de ku, ji aliyê Şaredariya Sûr ya Diyarbekirê ve hatibû organîzekirin peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser rewşa Sûriyayê û ragihand ku, ev bi ti awayî qebûl nakin Tirkiye bikeve nava Sûriyayê.

Ehmed Tirk di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, Kurdên Rojawayê Kurdistanê parçeyek ji Kurdên Başûr, Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê ne û bi ti awayî qebûl nakin kes anjî hêze zilmê li wan bike.

Tirk Herwiha siyaseta Hikûmeta Tirkiyeyê jî a li hember Kurdan bi tundî rexne kir û ragihand ku, Hikûmeta Tirkiyeyê naxwaze Kurd li ti derekî bibin xwedan statuyekî.

Kurdistantv
Top