Bi minasebeta cejna remezanê hikûmet peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî xelkê Kurdistanê dike
Ev li jêr teksta peyama serokatiya hikûmeta Kurdistanê:
Bi minasebeta hatina cejna remazana pîroz, bi navê seroaktiya civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê, pîrozbahiyên gerim li xelkê Kurdistanê bi giştî û tev misilmanên Îraqê û cîhanê dikîn. Em hêvîdar in ku, cejna remezana îsal bibe hokarê zêdetir xêr û xweşiyê, aşitî û aramiyê û bibe minasibetek bo karê bi hev re û ji bona zêdetir xizmetkirina hevwelatiyan û bidestveanîna zêdetir destkeftiyan bo gelê me.
Bi vê minasebeta pîroz, hikûmeta herêma Kurdistanê careke din tekîd dike ku, li ser xebatên avadankirin, xizmetgozarî û dabînkirina pêdawîstiyên xelkî û karkirin ji bon bidestveanîna timama mafên miletê me, dê berdewam be.
Careke din cejna remezana pîroz li tev aliyan pîroz be
Seroaktiya civata wezîran
Herêma Kurdistanê
18.08.2012
