• Sunday, 08 February 2026
logo

Bi minasebeta cejna remezanê hikûmet peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî xelkê Kurdistanê dike

Gulan Media August 18, 2012 Nûçe
Bi minasebeta cejna remezanê hikûmet peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî xelkê Kurdistanê dike
Bi minasebeta hatina cejna remezanê, serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî xelkê Kurdistanê dike.

Ev li jêr teksta peyama serokatiya hikûmeta Kurdistanê:

Bi minasebeta hatina cejna remazana pîroz, bi navê seroaktiya civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê, pîrozbahiyên gerim li xelkê Kurdistanê bi giştî û tev misilmanên Îraqê û cîhanê dikîn. Em hêvîdar in ku, cejna remezana îsal bibe hokarê zêdetir xêr û xweşiyê, aşitî û aramiyê û bibe minasibetek bo karê bi hev re û ji bona zêdetir xizmetkirina hevwelatiyan û bidestveanîna zêdetir destkeftiyan bo gelê me.

Bi vê minasebeta pîroz, hikûmeta herêma Kurdistanê careke din tekîd dike ku, li ser xebatên avadankirin, xizmetgozarî û dabînkirina pêdawîstiyên xelkî û karkirin ji bon bidestveanîna timama mafên miletê me, dê berdewam be.

Careke din cejna remezana pîroz li tev aliyan pîroz be

Seroaktiya civata wezîran
Herêma Kurdistanê
18.08.2012
Top