• Monday, 09 February 2026
logo

‘Hikûmet nikare bûdceya Kurdistanê di wextê xwe de bişîne parlementoyê’

Gulan Media August 17, 2012 Nûçe
‘Hikûmet nikare bûdceya Kurdistanê di wextê xwe de bişîne parlementoyê’
Berdevkê lêjneya darayî û aborî ya parlementoya Kurdistanê, Dilêer Mehmûd, diyar kir, hikûmeta herêmê nikare bûdceya Kurdistanê di wextê wê de radestî parlementoyê bike.

Dilêr Mehmûd, ji AKnewsê re got, ji ber ku bûdceya herêmê girêdayî bûdceya Iraqê ye, hikûmeta herêmê nikare di wextê qanûnî de bûdceya Kurdistanê radestî parlementoyê bike.

Mehmûd, diyar kir, ji ber ku heta bûdceya Iraqê neyê qebûlkirin, bûdceya herêmê nayê kifşkirin, ji ber wê jî divê hikûmeta herêmê li benda bûdceya Iraqê bimîne û wiha domand:

Helbet wezaretên plandanîn û darayî dikarin ji niha dest bi amadekirina pêşnûmeya bûdceya sala 2013 ya herêmê bikin lê ya herî baş ew e ku piştî ku bûdceya Iraqê hat qebûlkirin, hikûmeta herêmê bûdceya Kurdistanê bişîne parlementoyê.

AKnews
Top