Serok Barzanî Pêşwaziya Heyeteke YNK Kir
Di hevdîtineke de heyeta YNK li ser navê cenabê mam Celal 66mîn salvegera damezrandina partiya demokrata Kurdistanê û herwiha roja jidayik bûna Serok Barzanî pîroz kir û hêviya pêşkeftin û geşe kirineke baştir ji PDK û xebata vê ya Dîrokî xwest û tekez li ser hemahengî û hevkarî û tebayiya heyî ya di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de kir bi taybetî di warê bihêztir kirina hevpeymaniya steratejîk a di navbera PDK û YNK de bi mebesta parastina destkeftin heyî û bihzêtir kirina navmala Kurd û bi destxistina ev armancên bilind yên ku, hîn jî nihatine bidestxistin.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de Serok Barzanî jî spasiya heyeta yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê kir û tekez li ser vê yekê kir ku, parastina hevpeymaniya steratejîk ya di navbera PDK û YNKê de di pêşiya her tişteke din deye jiber ku, tenê bi rêya bihêztir kirina hevpeymaniya han û bihêztir kirina navmala Kurd û hemahengî û tebayiya navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de dikarin bi teheda û metersiyan re rûbirû bibin.
Kurdistantv
