• Sunday, 08 February 2026
logo

Îmad Ehmed Serdana Birîndarên Kerkûkê Kir

Gulan Media August 17, 2012 Nûçe
Îmad Ehmed Serdana Birîndarên Kerkûkê Kir
Piştî teqîna çar maşînên bombekirî li Bajarê Kerkûkê de, evro Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Îmad Ehmed bi mebesta ji nêz de hayedar bûn ji rewşa birîndaran serdana Bajarê Kerkûkê kir û rewşa tendirostiya birîndaran pirsî.

Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê hevdem amadebûna Nexweşxaneyên Kurdistanê jî jibo hevkarî kirina wan birîndaran diyar kir û li ser navê Serokê Kurdistanê û Serokwezîrê Kurdistanê jî perse û serxweşî jî pêşkêşî malbeta wan welatiyan kir ku, canê xwe ji dest dane.

Kurdistantv
Top