• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê peyamekî serxweşiyê pêşkêşî birêz Kak Hesen Turan Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê kir

Gulan Media August 17, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê peyamekî serxweşiyê pêşkêşî birêz Kak Hesen Turan Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birayê birêz Hesen turan
Serokê Encumena Parêzgaha Kerkûk

Silavên xwedê li we bin

Bi mixabinî nûçeya koça dawiya xwedê jêrazî dayika we ya rêzdar gihîşt min.

Bi vê xemgîniyê ve pirse û serxweşiyê li we û malbata we ya birêz dikim û hevbeşa xema we me.

Xwedayê mezin koçkirî bixe ber rehmet û dilovaniya xwe û wê bi bihûşta fireh şad bike û aramiyê jî bi we hemû aliyek bibexşê û we ji her astengî û belayek jî dûr bigrê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
16/08/2012
Top