• Monday, 09 February 2026
logo

Aliyên Siyasî Yên Curbicur 16 Tebaxê li Serok Barzanî Û PDKê Pîroz Kirin

Gulan Media August 16, 2012 Nûçe
Aliyên Siyasî Yên Curbicur 16 Tebaxê li Serok Barzanî Û PDKê Pîroz Kirin
Bi minasebeta hatina 16ê Tebaxê 66mîn salvegera damezrandina partiya demokrata Kurdistanê û herwiha jidayik bûna Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî aliyên siyasî yên Kurdistan û Îraqê peyamên pîrozbayî yên xwe pêşkêşî Serok Barzanî û Partiya demokrata Kurdistanê kirin.

Di vê derbarê de Serokkomarê Îraqê Celal Talebanî peyamek pêşkêş kiriye û hevdem ligel pêşkêş kirina pîrozbayiyên xwe, balkêşandiye ser Dîroka xebat û têkoşîna partiya demoktata Kurdistanê û ev yek bi girîng wesif kiriye.

Ji aliyeke din ve jî mekteb siyasiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê jî bi minasebeta 66mîn salvegera damezrandina partiya demokrata Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye û balkêşandiye ser Dîroka partiya demokrata Kurdistanê û xebatên partiya han û Dîroka PDKê jî bi Dîrokeke pirşêngdar wesif kiriye.

Her di vê derbarê de partiya sosiyal demokrata Kurdistanê jî peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye û xebat û têkoşîna partiya demokrata Kurdistanê bi girîng wesif kiriye.

Ji aliyeke din ve jî part û aliyên siyasî yên Tirkmanan jî peyameke pîrozbayî pêşkêş kirine û bi minasebeta 66mîn salvegera damezrandina partiya demokrata Kurdistanê piştgîriya xwe bo partî diyar kirine û daxwaza xwe ya ji bo peyvendiyên bihêz jî diyar kirine.

Kurdistantv
Top