Êraq: Em pêşwaziya berpirsên Tirk li Bexdadê dikin
Musewî ji ajansa Anadolê re ragehand ku ev nepejirand ji ber ew hesasiyete ku li ba desthilata Êraqê piştî seredana wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Dawudoglu bi bê destura hikûmeta Êraqê bo Kerkûkê dirust bû.
Musewî got: “Ji ber vê yekê em pêşwaziya her berpirsekî Tirk bo Bexdadê dikin lê seredana wan ya Kerkûkê hesasiyetê li ba me çê dike.”
Serokê giştî yê Tevgera Gel ya Nijadî MHP`ê Dewlet Baxçeli dixwest di cejna remezana pîroz were Musil û Kerkukê û nimêja cejnê li kerkûkê bike, lê hikûmeta navendî a Êraqê vîze neda Baxçeli û ji ber vê yekê, gera Baxçelî bo Kerkûkê hate rawestandin.
Xendan
