• Sunday, 08 February 2026
logo

Riyad Es`ed: Em ketîbeyên Artêşa Azad li Qamişlo ava dikin

Gulan Media August 16, 2012 Nûçe
Riyad Es`ed: Em ketîbeyên Artêşa Azad li Qamişlo ava dikin
Serfermandarê Artêşa Sûrî ya Azad Riyad Es`ed ragehand ku, ji bo ku ketîbeyên Artêşa Sûrî ya Azad ava bikin, wan grûpek efserên xwe şandine Qamişlo û Hesekê .

Di çavpêketinekê digel rojnameya Rudawê de li ser pirsekî ku gelo piştî vekişîna hêzên rêjîma Sûrî, endamên artêşa azad li navçeyên Kurdî hene lê na. Riyad Es`ed tekez kir ku li Sûriyê navçeyên Kurdî yan Sunî tune ye hemû axa Sûriyêye.

Es`ed got: “Em dibînin ku pêwîste endamên Artêşa Sûrî ya Azad li hemû navçeyên Sûriyê hebin, bi bê cudahiya nasname yan taîfegerî an nijadperestî û mezhebî û olî yên gelê Sûriyê.”

Riyad Es`ed aşkira kir û got: Peywendiyên Artêşa Azad bi hin partî û kesyetiyên siyasî yên Kurd ên serbixwe re heye, her weha em kar dikin ku ketîbeyên ser bi Artêşa Sûrî ya Azad li navçeyên Kurdî ava bikin.

Es`ed tekez kir ku, berya demekê me alîkarî şand ji birayên xwe yên Kurd re bo damezrandina ketîbeyên ser bi Artêşa Sûrî ya Azad û van demên dawî wan jî me hin efser û fermandarên xwe şandine Qamişlo û Hesekê taku ketîbeyên bi navê Artêşa Sûrî ya Azad ava bikin.
Top