• Sunday, 08 February 2026
logo

Amerîkî divên polîsên Kurdistanê bigihin asta ên welatên pêşkeftî

Gulan Media August 16, 2012 Nûçe
Amerîkî divên polîsên Kurdistanê bigihin asta ên welatên pêşkeftî
Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî li bajarê Hewlêrê pêşwazî li sefîr Jemis Nayt cîgirê serokê mebûsê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê bo karûbarên Iraqê û şandeya pê re kir.

Li gor malpera Fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di dîdarekê de ku, Paul Sotfîn konsulê Amerîkayê yê herêma Kurdistanê amade bû, berpirsê têkeliyên derve ji şandeya mêvan re behsa rewşa arama herêma Kurdistanê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û têkeliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê de kir.

Cîgirê mebûsê Amerîkayê bo Iraqê li hember vê serdana bo herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe diyar kir û tekîd li ser giringiya têkeliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê kir.

Jemis Nayt behsa bername û pirogramên Amerîkayê yên di warê perwerdekirina polîsên herêma Kurdistanê bi hevkarî û hevahengî digel wezareta nevxwe a herêma Kurdistan kir.

Navborî got ku, ev bername di çarçoveya bernameyên karî li Iraqê tê kirin û ji meşqpêkirin û rahênana polîsan pêk tê û armanc jê ewe ku polîsê Kurdistanê bigehe sewyeya polîsên welatên pêşkeftî.

Di vê çarçoveyê de Felah Mistefa got ku hikûmeta herêma Kurdistanê bigiringî ve pêşwaziyê li her bernameyekî ku di sud û berjewendiya herêma Kurdistanê de be dike û fermangeha têkeliyên derve amade ye hevkarî û hevahengiyê bo serxistina wan bernameyan bike.

Rewşa Suriyeyê mijareke din a dêdarê bû, di vî warî de Mistefa tekîd li ser helwestê herêma Kurdistanê kir ku, pêwîst e gelên surî biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin

AKnews
Top