• Monday, 09 February 2026
logo

Di teqînên Kerkûkê de 7 kes hatine kuştin û 52 jî birîndar bûn

Gulan Media August 16, 2012 Nûçe
Di teqînên Kerkûkê de 7 kes hatine kuştin û 52 jî birîndar bûn
Polîsê Kerkûkê aşkere kir ku di teqînên îro li bajarê Kerkûkê û navçeyên derdorê de pêk hatin, 7 kes hatine kuştin û 52 kes jî birîndar bûn.

Îro sibehê çend teqîn li bajarê Kerkûkê û bajarokên Daqûq, Dûbiz û Hewîce hejandin ku bi rêya otomobîlên bomberêj û bombên vedayî re hatine encamdan.

Çavkaniyek ji polîsê Kerkûkê ji AKnewsê re ragihand ku îro 4 otomobîlên bomberêj li taxên Elmas, Erefe û Feyleq li nav Kerkûkê teqiyan û bûne sedema kuştina kesekî birîndarbûna 20 kesên din.

Di 2 teqînên din de ku navenda nehêştina tawanan li nahiyeya Dqûq kire armanca, 5 kes hatine kuştin û 25 jî birndar bûn.

Li navend û çend taxên nahiyeya Dûbiz jî 3 bombe teqiyan û di encamê de welatiyek hate kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Li nahiyeya Hewîce jî, 3 bombe teqiyan ku hêzên polîs û Sehwe kirine armanca xwe û bûme sedema birîndarbûna 3 kesan.

AKnews
Top