• Sunday, 08 February 2026
logo

Hevpeymaniya Kurdistanî: Girtina nûnertiya Herêmê ne destûrî ye

Gulan Media August 16, 2012 Nûçe
Hevpeymaniya Kurdistanî: Girtina nûnertiya Herêmê ne destûrî ye
Hevpeymaniya Kurdistanî ragihand ku girtina nûnertiya Herêma Kurdistanê li Bexdayê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve karekî ne destûrî ye û divê ew ronkirinekê di derbarê de bide.

Hikûmeta Iraqê duhî biryar da nivîsgeha nûneriya Herêma Kurdistanê di Encûmena Wezîran de bigire bi bihaneya nebûna belgeyên fermî, hevdem Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê destnîşan kir ku hemû belgeyên yasayî hene û nivîsgeh li pey biryara dîwan û bi îmzeya Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî vebûye.

Endamê Hevpeymaniya Kurdistanî Muhsin Seidûn ji AKnewsê re ragihand, "Girtina nûnertiya Herêma Kurdistanê li Bexdayê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve karekî ne destûrî ye çunku ew ne niha vebûye û divê ew ronkirinekê di vê barê de bide."

Seidûn diyar kir ku ew niha di pişûya fermî de ne û dema ew vegerin dê bi nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Îhsan re babetê gotûbêj bikin.

Tê zanîn, Nivîsgeha Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê sala 2005ê piştî serdana Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî bo Hewlêrê vebû û ji wê demê karê xwe bi asayî didomîne û karê wê hevahengiya di navbera Bexda û Hewlêrê de ye.

AKnews
Top