Komîteya Hevbeş Ya PDK Û YNK Civiya
Di destpêka civîna han de Cîgirê yekê yê Sekreterê giştî yê YNK Kusret Resûl Elî li ser navê Sekreter û mekteb siyasiya YNK 16ê Tebaxê li hevalên mekteb siyasiya PDKê û bi rêya wan jî li tevahiya endam û alîgirên PDK kir û ragihand ku, hevpeymaniya steratejî ya di navbera PDK û YNKê de gelek girîng û pêdeviyeke Dîrokiye ku, pêvajoya niha ya Kurdistanê û doza reva ya Gelê Kurd vê yekê feriz dike.
Di berdewamiya civîna han de biryar hate dayîn daku, çendîn komîte bi beşdariya hevalên her du mekteb siyasiyan werin damezrandin.
Her di vê civîna han de behsa wan dosyeyan jî hate kirin ku, girêdayî bi reforman bûn û di civîna derbasbûyî de jî li ser wan giftûgo hatibûkirin.
Kurdistantv
