• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Polonya li Iraq kir

Gulan Media August 15, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Polonya li Iraq kir
Îro çarşem 15/08/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Stanîslaw Simulin Balyozê Polonya li Iraq kir ku ji bo dawî hatina erkê xwe serdan kiribû.

Li hevdîtinê de, her du alî tîşk xistin li ser pêwendiyên Herêma Kurdistan û Polonya û li vî warî de Balyozê Polonya amadehiya welatê xwe nîşanda ji bo berev pêşve birin û bi rêpêdana zêdetirê pêwendiyan bi taybetî li vî warî da ku ji bo her du aliyan girîngin.

Serok Barzanî û Balyozê Polonya li ser eve kok bûn ku aramiya siyasiya jîngehekî aram ji bo encamdana proseya avadankirinê di xulqênê‌ û rewşa Herêma Kurdistanê ji bo van cûre proseyên ku li holêye, ji bo wê yekê Polonya amadeye li hemû waran da hemû hevkariyek pêşkeş bike û pîsporî û şarezayiya Polonya veguhezin Herêma Kurdistanê. Balyozê Polonya li Iraq ragihand ku hejmarekî zêdeyê kompanyayên Polonî amadene beşdarî li proseya avadankirina Herêmê bikin.

Serok Barzanî ji bilî spaskirina Balyoz ji bo wê rolê ku li pêşxistina pêwendiyan da dîtiye û hêviya serkeftinê ji bo li wê erka ku pê dihête spartin xwest her wiha bi tevahiya amadehî û kar hêsaniya Herêma Kurdistanê ji bo kar û projeyên Polonya de nîşan da.
Top