Rûsiya: Beşar Esed amade ye dest ji desthilatê berde
Rojnameya Weten a siûdî ji zarê Bogdanov veguhastiye ku Beşar Esed amade ye dest ji desthilatê berde.
Bogdanov got jî, “Em naxwazin di kirîza Sûriya de bibin alîgir an jî dijî aliyekî kirîzê bin. Em ji bo rawestandina tundiyê ji bal her du aliyan dixebitin, ji dema teqîna Şamê ve û diyarnebûna Mahir Esed û kuştina serkirdeyên leşkerî û ewlekariyê ve, rewş ber bi têkçbûnê ve diçe û metirsydar dibe.”
Bogdanov di heman daxuyaniyê de aşkere kiriye ku Mahir Esed ê birayê Beşar her du lingên xwe di teqîna Şamê de ji dest dane.
Bogdanov bal kişand ku Rûsiya dixwaze çareseriyeke bilez ji bo kirîza Sûriya bê dîtin û wiha pê de çû, “Danûstanê me digel opoizsyon û hikûmetê ji bo çareserkirina kirîzê berdewam in, destberdana çekan gelek girînge daku Sûriya derbasî nav şerê navxwe nebe.”
Bogdanov axaftina xwe wiha domand, “Şerê navxwe li Sûriya gelek nêzîk dibe û gelek welat li navçeyê vê yekê dixwazin, tenê baweriya me bi çareseriya siyasî heye û em ji bo veguhastina desthilatê bi awayekî aştiyane li Sûriya kar dikin.”
AKnews
