Beşikçî: Divê dewlet û PKK’ê dest bi hevdîtinan bikin
Beşikçî got: “Îro mafê Kurdan ê dewletbûnê jî tê gotûbêjkirin. Ev gotûbêj jî bi awayeke normal têne pêşwazîkirin. Di warê rêveberiyên herêmî de giraniyek zêde ya Kurdan heye. Li Meclîsa Tirkiyeyê nûnertiya Kurdan jî girîng e. Gelek destkeftiyên li ser erdê hene."
Civaknasê Tirk Beşîkçî destnîşan kir û got: "15’ê Tebaxê, Bandora xwe ne tenê li dîroka Kurdan kiriye, bandor li dîroka Rojhilata Navîn, Tirkiye, Êran, Êraq û Sûriyeyê jî kiriye. Her ku diçe bandorê li hêzên navneteweyî jî dike.
Îsmaîl Beşîkçî rexne li dewleta Tirk kir û got: “Divê dewlet dest ji quretiyê berde û bi BDP, PKK, bi Qendîl û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Divê hukûmet û dewlet ji bo hevdîtinan derfet biafirînin.
Di dawiya axavtina xwe de Îsmaîl Beşikçî bang li PKK`ê jî kir û got: “Divê PKK jî li ser bendewariyên Kurdên li derveyî xwe baldar be.”
Xendan
