• Sunday, 08 February 2026
logo

Malikî: Lûtkeya Mekkê lûtkeya terorê ye

Gulan Media August 15, 2012 Nûçe
Malikî: Lûtkeya Mekkê lûtkeya terorê ye
Ajansa Mehr ya Êranîli zarê serokwezîrê Êraqê Nurî Malikî ragehand ku, Malikî lûtkeya Îslamî ya li Siûdî li bajarê Mekkê Mikeremê hate lidarxistin bi lûtkeya Terorê li dijî Êraq û welatên din yên Erebî bi nav dike.

Ajansa Êranî ragehand ku Malikî di gotineke xwe dema xwarina fitarê digel serkirdeyên partiya De`wê ya Îslamî û amadebûna hin kesayetiyên siyasî û olî ji encûmena îslamî ya bilind a Êraqî de axiviye û gotiye: “Lûtkeya Mekkê li dijî Êraq û Sûriyê û Libnanê komployeke.”

Nurî Malikî da xûyanîkirin ku: “ew vexwendina ku Siûdiyê ji Êraqê re şandibû tenê ji kesayetiya serok Calal Talebanî re bû bê ku bidin diyar kirin ku ew ne amade be kî dikare li şûna wî amade bibe.”

Li gor agahiyên ajansa Mehr, serokwezîr Malikî pêşbînî kiriye ku di sala bê de li du welatan de guherînên cewherî encam didin. Mabesta Malikî her yek li Qeter û Siûdiyêye.

Xendan
Top