• Sunday, 08 February 2026
logo

Parlamenterê CHPê piştî serbest bû daxuyanî da

Gulan Media August 15, 2012 Nûçe
Parlamenterê CHPê piştî serbest bû daxuyanî da
Parlamenterê CHPê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun, piştî serbest hate berdan li Dêrsimê daxuyanî da rojnamegeriyê û diyar kir ku piştî rêwîtiya 2 rojan a li çiyê serbest hate berdan.

Li gor ajansa Feratê ya nûçeyan Aygun, diyar kir ku kesên ew birin 6-7 kesên ciwan bûn û bi rêzdarî nêzî wî bûn. Aygun, da zanîn ku ji wî xwestin ku agirbest bê îlankirin û ji bo aştiyek mayînde gavan bavêje.

Gerîlayên HPGê ku roja yekşemê Parlementerê CHPê yê Dêrsimê Huseyin Aygun dema ji Pilûrê diçû Dêrsimê ragirtibûn, piştî 48 satean li cem xwe girtin duhî saet li dor 18.40an serbest berdan.

Aygun, piştî çû Dêrsimê daxuyanî da rojnamegeriyê. Aygun anî ziman ku ji bo aştiyek mayînde û agirbest pêk bê ew birin û wiha got: "Ciwanên ku ev çalakî pêk anîn ciwanên vî welatî ne. Xwestin em agirbestê îlan bikin. Diyar kirin ku polîtîkayên CHPê di aliyê çareseriya pirsgirêka kurd de erênî ne, lê têr nakin. Xwestin ku partiyên din jî di vî alî de gavan bavêjin."

Aygun, anî ziman ku ciwanan ji wî xwestin ku ji bo agirbest pêk bê û aştiyek mayînde pêk bê ew ragirtine û wiha got: "Dixwazin bi rêya demokrasî û aştiyê pirsgirêk çareser bibe. Hemû ciwan in. Hemû ciwanê vî welatî ne. 2 rojan ev herêm dihat bombekirin. Me bombebaran temaşe dikir. Em 5-6 kîlometre dûrî Qereqola Cendirmeyan a Turunoba bûn. Ji ber vê yekê diyar kirin ku bi rêya çekan pirsgirêk neçarî ye. Pir hurtem nîşanî min dan. Rêzdarîyê bûm. Xwestin bi taybetî CHP ji bo rawestandina xwînê û bi taybetî ji min xwestin di nava hewldanan de bûn."

Aygun wiha domand, "Min soz da wan ku ez piştgiriyê bidin wan û ji bo aştiyê pêkan tev bigerim." Aygun da zanîn ku gava wî rêwî kirin, wî hembêz kirin û maç kirin.

AKnews
Top