• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li gel borda rêxistinên Lawên Kurdistanê civiya

Gulan Media August 15, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê li gel borda rêxistinên Lawên Kurdistanê civiya
Duh sêşem 14/08/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn li gel borda rêxistinên Lawên Kurdistanê civiya.

Li destpêka civînê de, Umêd Xoşnaw bi navê bordê ve ji bo roja cîhaniya lawan pîrozbahiyê li tuwêja lawan kir û tîşk xiste li ser çawayiya damezrandina wê bordê ya ji aliyê hemû rêxistinên lawên Kurdistanê ve û armanca damezrandinê şêwirîna li ser pirsa lawan û ji bo pêkanîna wan armancan ku bord ji bo wê hatiye damezrandin daxwaz jî li Serok Barzanî kir ku piştgîriyê li bordê bike.

Paşê ji aliyê endamekî bordê ve ew yadaştname hate xwendin ku berî bordê û li roja cîhaniya lawan da hatibû amadekirin ku pêwîst bû bi çaktir û baştirkirina rewşa lawên Kurdistanê bi taybetî li derfetdana lawan li postên îdarî û siyasî û dîblomasiyan û rexsandina hela kar û peydakirina derfetên zêdetirê lawan û li ber çav girtina bi rênimayiyên projeyên veberhênan û hêsankarî ji bo tuwêja lawan û çareserkirina gîr û girifta nîştecîhbûn û mayîn û dirêjepêdan û berfirehkirina bernameya şiyan û twanasaziya lawan û derxistina yasa û rênimayî û biryarên zêdetirê nû‌ li Parlemen bi sûd û qazancê lawan û pêşxistina bernameya bîmey bêkarî û giringî pêdana zêdetir bi sinduqa piştevaniya qerzên biçukê projeyên lawan û derxistina yasayekî guncaw ku li gel rewşa guzeraniya lawan biguncê‌ û lawên navçeyên veqetandiyên Kurdistanê jî neyên bêbeş kirin ji hevkariyên Hikûmeta Herêmê.

Serok Barzanî ji bilî pîrozbahîkirina tuwêjê lawan ji bo roja cîhaniya lawan behsa rola karîgeriya tuwêje kir û tekez li wê yekê kir ku zêdetirê serkirdeyan li tuwêja lawan dirustbuye û paşarojê jî her li ser şana vê tuwêjê dirust dibê û piştgîriya xwe ya tevahî jî ji bo bordê û yadaşta wan dûpatkir û ragihand ku Hikûmetê radispêrê girîngiyeke tevahiya bordê û tevahiya tuwêja lawan bide û xweşhaliya xwe jî derbirî ku ew hemû rêxistinên lawan li jêr çetra wê bordê kar dikin û dûpat kir ku hebûna cûdahiyê tiştekî gelek asayiye, lê belê merc eweye ku sewabîtên neteweyî û nîştimaniyan me hemûyan bi pêkve kombike ji ber ku pêkanîna armancan mê pêwîstî bi yekrêziya gelê Kurdistane.

Li mijarekî dinê civînê de Serok Barzanî li ser daxwaza endamên bordê bi têr û tije li ser rewşa îro ya Kurdistan û Iraq û tevahiya navçeyê rawesta û paşê jî bersîva çend pirsiyarekî endamên bordê da ku pêwendiya wan bi rewşa giştiya Herêm û karê rêxistin û pêwendiya di navbera Herêm û Bexda û çend pirsekî neteweyî û rêxistina jiyana lawan û sîstema damezrandinê ve hebû.
Top