• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê serdana Birêvebiriya Çavdêriya Civakiya Hewlêrê kir

Gulan Media August 14, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê serdana Birêvebiriya Çavdêriya Civakiya Hewlêrê kir
Îro sêşem 14/08/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana Birêvebiriya Çavdêriya Civakiya Hewlêrê kir û ji aliyê Birêvebir û karmendan ve bi germî hate pêşwazî kirin.

Li civînek de li gel Birêvebir û Karmendên Birêvebiriya Çavdêriya Civakiya Hewlêr ji nêzîk ve guhdarî kêşe û girift û karên wan kir.

Paşê rêzdar serdana xaneya newcewanên kur û keçên bêserpereşt kir û guh li daxwazî û dawakariyên wan girt û amadehiya xwe nîşan da ku li gel Parlemen û Hikûmeta Herêma Kurdistanê da hemû hewlek didin ji bo çareserkirina daxwaz û kêmkirina êşên wan.

Li dawiyê de dûbare destxweşiyê li karmendên Birêvebiriyê kir ji bo kar û hewlên wan û got: Ew karê ew dikin pîroze û cihê destxweşiyê ye û heman demî de erkekî nîştimaniye.
Top