Budceya 2013an a Herêma Kurdistanê tê amadekirin
Duhî, wek yekemîn gav bi hevahengî her yek ji wezaretên Şaredar û Geştûguzar, Elektîrk û Pilandnanê dest bi amadekiriyên budceya sala bê kirin.
Elî Sindî ji AKnewsê re daxuyand ku ew duhî digel wezîrên Elektirîk û Şaredariyan civiya û behsa pilana her du wezaretan bo sala 2013an hate kirin.
Sindî ronî kir ku wan di civînê de tekîd kir li ser parvekirina projeyan li gorî navçeya cografî û bi awayekî dadperwer û li gor pêdiviya navçeyan.
Her sal, budceya Herêma Kurdistanê deneg dimîne û heyama 2 salane budce di naverasta salê de tê pesendkirin.
AKnews
