• Sunday, 08 February 2026
logo

Budceya 2013an a Herêma Kurdistanê tê amadekirin

Gulan Media August 14, 2012 Nûçe
Budceya 2013an a Herêma Kurdistanê tê amadekirin
Wezîrê Pilandananê yê Herêma Kurdistanê aşkere kir ku niha budceya sala 2013an a herêmê amade dikin.

Duhî, wek yekemîn gav bi hevahengî her yek ji wezaretên Şaredar û Geştûguzar, Elektîrk û Pilandnanê dest bi amadekiriyên budceya sala bê kirin.

Elî Sindî ji AKnewsê re daxuyand ku ew duhî digel wezîrên Elektirîk û Şaredariyan civiya û behsa pilana her du wezaretan bo sala 2013an hate kirin.

Sindî ronî kir ku wan di civînê de tekîd kir li ser parvekirina projeyan li gorî navçeya cografî û bi awayekî dadperwer û li gor pêdiviya navçeyan.

Her sal, budceya Herêma Kurdistanê deneg dimîne û heyama 2 salane budce di naverasta salê de tê pesendkirin.

AKnews
Top