• Monday, 09 February 2026
logo

“Zekat û fitrên xwe bidin kurdên Sûriya”

Gulan Media August 14, 2012 Nûçe
“Zekat û fitrên xwe bidin kurdên Sûriya”
“Kampaniya piştgirîkirina kurdên Rojavayê Kurdistanê” daxwaz ji xelkê Herêma Kurdistanê kir ku zekat û firtên xwe xwe bigihîne kurdên Sûriya.

Serpereştiyarê kampaniyê Elî Mehmûd di kongreke rojnamegeriyê de li Hewlêrê daxwaz ji xelkê herêmê kir ku alîkariyên bilez bigihîne kurdên Rojavayê Kurdistanê ku niha rewşa wan gelek xirab e.

Mehmûd bal kişand ku divê welatî û xêrxwaz zekat û fitrên mea Remezanê bi rêya kampanî û grûpan re bigihîne kurdên rojava.

Mumtaz Heyderî yek ji endamên desteya kampaniyê ye ragihand, “Roj bi roj rewûa kurdên Sûriya bi taybet li bajarên kurdan ên hatine azadkirin ber bi xirabiya ve diçe, lewra pêdiviya wan bi alîkarî heye.”

Heyderî amaje kir ku pêşkêşkirina alîkariyan bo kurdên Sûriya erkekî niştimanî û neteweyî yê hemû taken civakê, hikûmet û sermiyandarane, lewra divê hemû xelkê Kurdistanê alîkariya kurdên Sûriya bikin.

AKnews
Top