• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Sûriyê 100 kuştî û ketina firokeyekê

Gulan Media August 14, 2012 Nûçe
Li Sûriyê 100 kuştî û ketina firokeyekê
Şer û tundûtûjiya li Sûriyê berdewam e û hejmara kuştiyên duhî zêdetirî 100 kes bûn, hevdem şerê artêşa rejîmê li hember artêşa Azad didome û yê dawî dibê ku firokeyek li Dêrazorê xistine xwarê.

Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyeyê belav kir ku duhî, 103 kesên din li çend navçeyên Sûriyeyê hatine kuştin, piraniya wan li bajarê li derdora Şamê ne û li Îdlib û Helebê.

Li bajaroka Muhsên yê bi ser Dêrazorê ve, firokeyeke MIG23 kete xwarê, endamên Artêşa Azad dibêjin wan bi mûşekan ew xistiye û firokevan jî di destê wan de ye. Hevdem rejîm dibêje ew ji ber têkçûneke teknîkî hatûya xwarê.

Li taxên Helebê şerên tund di navbera artêşa rejîmê û Artêşa Azad de rû didin û ta niha berdewam in, artêşa Azad jî radigihîne ku li bajarê Helebê helîkopterek xistiye xwarê û çendîn panzer têk birine.

Çalak diyar dikin ku bombebaran bi ser bajarê Helebê de hîn ranewestiye û berdewam in, hevdem Artêşa Azad dibêje ku nîvê bajêr hîn di bin destê wan de ye.

18 meh derbaz bûn li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 21 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.

AKnews
Top