HPG: Aygun ji ber gilyên gel hatiye binçavkirin
Roja 12’ê Tebaxê li ser rêya Dêrsim-Pulurê Parlementerê CHP’ê Huseyîn Aygun ji aliyê gerîllayên HPG`ê yên Eyaleta Dêrsimê ve hatiye binçavkirin.”
fermandariya Biryargeha Navendî got: Giliyên zêde yên ji gelê me yên ku dibêjin ku Huseyîn Aygun pêkhênerek ê polîtîkayên şerê taybet ê dewletê yê li hemberî gel û gerîlayên Kurdistanê tê meşandine, li ber çavan girtiye; Bi boneya em balê bikişînin ser şerê taybet ên li hemberî Dêrsim û gelê me yê Dêrsimê tê meşandin, polîtîkayên asîmlasyonê polîtîkayên parçeker û dîsa bendavên Dêrsimê tên çêkirin, ji ber vê çendê hatiye binçavkirin.
fermandariya Biryargeha Navendî diyar kir ku, “Piştî qedandina karûbarên îdarî û huqûqî dê di demek zû de serbest bê berdan.”
Xendan
