• Sunday, 08 February 2026
logo

Seyda Daxwaza Navçeya Dije Firînê Dike

Gulan Media August 14, 2012 Nûçe
Seyda Daxwaza Navçeya Dije Firînê Dike
Serokê civata nîştimaniya Sûriyayê Ebdulbasêt Seyda ragihand ku, bi mebesta hilewşandina desthilata Beşar Esed li Sûriyayê pêwîstiya me bi damezrandina navçeya dije firînê heye.

Piştî axaftinên Wezîra Derve ya Amerîkayê yên ku, li Tirkiyeyê pêşkêş kirin û got ku, Amerîka lêkolîn li ser damezrandina navçeya dije firîn dike, Serokê civata nîştimaniya Sûriyayê jî ragihand ku, di dawî de jî Amerîka fêm kir ku, eger navçeyeke dije firîn li dijî hêzên asmanî yên Sûriyayê de neyê damezrandin vê demê opozisyona vê welatî nikare bi başî rola xwe bilîze.

Kurdistantv
Top