Serokê hikûmetê digel waliyên herêma Kurdistanê civiya
Di civînê de ku, Bayîz Talebanî wezîrê ekonomî û Nêçîrvan Ehmed serokê dîwana civata wezîran amade bûn, pirsgirêkên wîlayetan, pirsa şûrkirina desthilataji jor bo sazî û yekîneyên îdarî ji bo ku bi hêsanî karûbar û miamileyên hevwelatiyan bên meşandin, pirojeyên xizmetgozarî, pirsgirêkên milk û zeviyên çandiniyê, cîbicîkirina masterpilana bajaran û hevahengiya di navbera wîlayetan de hatin gotûbêjkirin.
Serokê hikûmetê di axavtinekê de îşaret bi giringiya vê civênê kir û biryar da ku bi awayekî derwrî, peryodîk, ev civînên digael waliyên wîlayetên herêma Kurdistanê bên saz kirin. Serokê hikûmetê bi taybetî tekîd li ser prisa şûrkirina desthilatan ji jor bo saziyên jêr kir.
Di civînê de tekîd li ser çareserkirina pirsgirêkên milk û zaviyên çandiyê hat kirin û pêşniyar kirin ku wezîrên peywendîdar digel waliyan, jo bo çareserkirina wan pirsan, reşnivîsa biryarekê amade bikin û di civîna civata wezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê de ew biryar bê gotûbêj kirin.
