• Sunday, 08 February 2026
logo

Dr. Berhem Salih digel Serokwezîrê Êraqê dicive

Gulan Media August 13, 2012 Nûçe
Dr. Berhem Salih digel Serokwezîrê Êraqê dicive
Jêderekê ji ragehandina nûsîngeha Dr. Berhem Salih ragehand ku duh 12/8/2012`an, Dr. Berhem Salih bi seredaneke taybet gihîştiye Bexdadê û di wê seredanê de wê li gel serokwezîrê Êraqê Nurî Malikî bicive.

Wê jêderê got: "Di wê civînê de wê behsa kêşeyên siyasî yên îro yên li Êraqê û her du aliyan tekez li wê yekê kirine ku destura Êraqê Hekeme û bîngeha çareserkirina kêşe û qeyrana ne."

Her di wê civînê de behsa wê yekê hatiye kirin ku bi vegeryana Serok Mam Celal dest bi civîna hêz û aliyên siyasî yên Êraq û Kurdistanê bê kirin.

Jêderê aşkira kir ku di civînê de li ser kaxeza çaksaziyan û rewşa siyasî û guherînên navçeya rojhilata navîn jî hatiye gotûbêj kirin.

Her di wê çarçoveya ew seredana taybet bo Bexdadê de, Dr. Berhem Salih li gel hejmarek ji serkirde û aliyên siyasî yên Êraqê civiyaye û behsa doxa siyasî ya Êraqê û şewaza çareseriya kêşeyan hatiye kirin.

Xendan
Top