• Sunday, 08 February 2026
logo

BDP: Divê Hisên Aygun serbest bê berdan

Gulan Media August 13, 2012 Nûçe
BDP: Divê Hisên Aygun serbest bê berdan
Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP`ê di beyannamekê ku îmzeya her yek ji hevserokên BDP`ê Selahedîn Demirtaş û Gultan Kişanak li ser bû tê de bangewaziya PKK`ê kirine û xwestine ku yekser parlemanterê CHP`ê yê Dêrsimê Hisên Aygûn serbest bê berdan.

BDP’ê di beyannameya xwe de, revandina Aygûn, weke tiştekî naye qebûl kirin bi nav kir û got: “Bila Hisên Aygûn yekser serbest bê berdan.”

Hevserokê giştî yê BDP`ê Selahedîn Demirtaş û Gûltan Kişanak, libarê revandina parlamenterê CHPê yê Dêrsimê yê Kurd, Hisên Aygûn de daxuyaniyek nivîskî weşand û weha hatiye berdewam kirin: “Ji bo ku Hisên Aygûn sax û silamet were serbest berdan, BDP`ê amadeye ku piştgiriya însanî bidin.”

Her weha di daxuyaniya BDP`ê de hatiye ku, ew ji Aygûn û malbata wî û CHP’ê re derbasbûyînê û selametiyê dixwazin.

Xendan
Top