Malikî: Navçe avis e, dibe ku dewleta kurdî biwelide
Malikî li ser pirsa derbarê rûdan û alozî û qeyranêm li navçeyê ji ajansa Anadolê re axivî û got: “Navçe avis e.” her weha berdewam dike û dibêje: “Lê wê çi biwelide? Ez nizanim, lê dibe ku dewletek Kurdî ya li başûrê Tirkiyê yan li bakûrê Êraqê yan jî li bakûrê Sûriyê biwelide. Dibe ku Sûriyê bibe 2 dewlet. Ev hemû pêşbînîne dibe ku cî bi cî bibe. ”
Serokwezîrê Êraqê bal dikşîne ser destêwerdanê derve bo kêşeyên welataên Ereb û got: “Tişta ku em dibînin ewe ku, eger ev siyasetên destêwerdanê bidomin wê demê şerên bi wekalet li her welatî wê destpê bike, ne tenê li Sûriyê û Êraqê.”
Li ser ew kêşeyên di navbera artêşa Êraqê û hêzên pêşmerge li ser sînorê Sûriyê jî, Malikî diyar kir ku ti kêşeyên weha nînin û got: “Pêşmerge weha fêm dikin ku sînor berpirsyartiya wane. Ji ber pêşketinên li Sûriyê em tenê bi hebûna pêşmergeyan li navçeyên sînorî bi Sûriyê re. lê pir eger hene ku sînorên Êraqê bi Sûriyê re bi dirêjahiya 600 Km di bin çavdêriya artêşa Êraqê de bê ji ber ku rewşa Sûriyê ne li bare û em nizanin encamên wê dê çi be.”
Malikî tekez kir û got: “Ji ber vê yekê dema ku artêşa Êraqê ket livê, Kurdan weha fêm kir ku bezandina herêma Kurdistanê ye.”
Xendan
