• Sunday, 08 February 2026
logo

Miriyên erdheja Îranê bûne 306 kes

Gulan Media August 13, 2012 Nûçe
Miriyên erdheja Îranê bûne 306 kes
Hejmara kesên di erdheja Îranê de jiyana xwe ji dest dayîn gihişte 306 kesan û hejmara birîndaran jî bû 3 hezar 37 kes.

Piştî daxuyaniyên der barê hejmarên kesên ku jiyana xwe di erdheja Îranê (Tebrîz) de weke 65, 250 kes hatîn dayîn, Wezîrê Tandirustiya Îranê Marziyeh Wehîd der barê hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn li pêşiya avahiya parlemento daxuyaniyek da. Wehîd got hejmara kesên di erdheja 11'ê Tebaxa 2012'ê de jiyana xwe ji dest dayîn 306 kes in û 3'ê hezar 37 kes jî birîndar bûne.

Avestakurd
Top