• Monday, 09 February 2026
logo

Nejîryayê êriş bergumanên Îslamî kir û 20 jê kuştin

Gulan Media August 13, 2012 Nûçe
Nejîryayê êriş bergumanên Îslamî kir û 20 jê kuştin
Karbidestên Nejîryayê dibêjin ku hêzên ewlekariyê 20 bergumanên Îslamî yên Boko Haram li bakurê welat kuştine.

Li gorî tora nûçeyan VOA ya amerîkî, Karbidest dibêjin, di şerê li bajarê Maiduguri li wîlayeta Borno de leşkerek hate kuştin û du jî birîndar bûn.

Ev karê artêş û polîs hate kirin piştî ku ji wan re hate ragihandin ku hin endamên Boko Haram li devereke destnîşankirî li vî bajarê bakur rojhilata welat kom bûbûn.

Peyvdarê hêzên hikûmetê, Victor Ebhaleme got ku mîlîtanan gule avêtin dema ku hêzên ewlekariyê nêzîkî veşargeha wan bûn.

AKnews
Top