Mesrûr Barzanî: Bila Ciwanên Kurdistanê Nîştimanperwer Û Yek Deng Bin
Bi minasebeta hatina roja Cîhaniya Ciwanan pîrozbayiyên xwe yên gerim pêşkêşî tevahiya Ciwanên Cîhanê bi giştî û yên Kurdistanê bi taybetî dikim. Ciwan mezintirîn sermayeya civakanin û bi hêz û şiyan, kar û têkoşîna xwe dikarên paşeroja welatan dabîn bikin, Ciwanên Kurdistanê jî faktereke gelek girîngin bo baştir kirina rewşa niha ya welat û çûyîn ber bi paşerojeke baş û geş ve.
Niha Devera me di nava pêvajoyekî gelek hesas de derbas dibe lewre gelek pêwîste ku, tevahiya pêkhateyên Gelê me bi taybetî Ciwanên welatê me bi hestên xwe yên netewî û yekgirtî tevbigerin, ev erkê tevahiya sazî, pêkhateyên siyasî û civakî yên Gelê me eve ku, xwedan roleke gelek sereke bin bo parastina ev yekrêziya han û di vê navberê de jî rola Ciwanan gelek girînge lewre hêvî dikim ku, di nava tevahiya sengerên siyasî, abûrî, pîşesasî û pêşmergayetî de bi awayekî ektîf rola xwe bilîzin û bi hêz û şiyanên xwe ve destkeftên welatê me biparêzin.
Her bi vê minasebeta han piştgîriya xwe bo tevahiya daxwazên Ciwanên Kurdistanê bi taybetî yên di warê kar kirin û dabîn kirina pêdeviyên wan de diyar dikim û hêvî dikim bi cîhbicîh kirina siyaseteke goncaw em bikaribin tevahiya daxwazên Ciwanên Kurdistanê dabîn bikin.
Her bi vê minasebeta han jî dixwazim spasiyên xwe pêşkêşî tevahiya wan sazî û komele û tevgeran bikim ku, bi dilsozî xizmeta Ciwanan dikin.
Hêviya serkeftina zêdetir ji we re dixwazim.
Kurdistantv
