• Monday, 09 February 2026
logo

Li Îraqê 70 Hezar Welatî Bûne Qurbaniya Kiriyarên Terorîstî

Gulan Media August 13, 2012 Nûçe
Li Îraqê 70 Hezar Welatî Bûne Qurbaniya Kiriyarên Terorîstî
Wezareta mafên mirovan ya Îraqê evro ragihand ku, ji sala 2003an ve heta niha zêdetir ji 70 hezar welatiyên Îraqê bûne qurbaniya kiriyarên Terorîstî û zêdetirî 250 hezar welatiyên din jî birîndar bûne.

Di vê derbarê de Birêvebirê giştî yê parastina mafên mirovan Kamîl Emîn ragihand ku, li gorî amar û detayên wezareta parastina mafên mirovan ya Îraqê di navbera salên 2003an heta 2012an de zêdetir ji 70 hezar welatî ji ber kiriyarên terorîstî canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 250 hezar welatî jî birîndar bûne.

Kurdistantv
Top