Heyeteke BDPê Serdana Parlementoya Kurdistanê Kir
Di hevdîtineke de heyeta BDPê kêfxweşiya xwe ya li hember vê serdana han diyar kir û rewşa heyî ya Kurdistanê a di her warî de bi destkefeteke mezin bo tevahiya Kurdan wesif kir.
Di berdewamiya hevdîtina han de heyeta BDPê armanca serdana xwe bo Kurdistanê rave kir û ragihand ku, armanc ji serdana han amadekiriyên hevce bo civîna tevahiya jinên Kurdistanê ye yaku, biryare bi mebesta piştgîrî kirina Gelê Kurd li Rojawayê Kurdistanê were organîzekirin.
Di dawiya hevdîtina han de Serokê parlementoya Kurdistanê kêfxweşiya xwe jî ya li hember vê serdana han diyar kir û ragihand ku, weke Serokê Parlementoyê amadeye ku, hevkariyên hevce pêşkêş bike.
Kurdistantv
