• Sunday, 08 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî Û Konsulusê Çînê Civiyan

Gulan Media August 13, 2012 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî Û Konsulusê Çînê Civiyan
Duh Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Çînê yê li Îraqê kir.

Di hevdîtineke de ku, Berpirsê peyvendiyên Derve yên Hikûmeta Kurdistanê jî tê de beşdar bû, Konsulusê Çînê kêfxweşiya xwe ya li hember vê serdana han diyar kir û pesna pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê jî da.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de Konsulusê Çînê diyar kir ku, welatê vî hewl dide di çarçoweya peyvendiyên xwe yên bi Îraqê re peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re jî berfiretir û bihêztir bike û bo vê yekê jî niha hewl tê dayîn daku, kompaniyên Çînê werin handan daku, li Kurdistanê de dest bi beşdarî kirin di prosesa hêlbirînê de bikin.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Serokwezîrê Kurdistanê hevdem ligel diyar kirina kêfxweşiya xwe ya li hember vê serdana han daxwaz kir ku, serdanên bi vê rengî berdewam bin daku, asta peyvendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de bilindtir bibe.

Serokwezîrê Kurdistanê bi berdewamiya axaftinên xwe de meseleya vekirina Konsulusxaneya Çînê ya li Hewlêrê jî bi pêngaveke girîng wesif kir û piştgîriya xwe ji bo vê pêngava han diyar kir û ragihand ku, em gelek girîngî didin bi peyvendiyên xwe yên bi Çînê re û deriyên Kurdistanê jî ji bo kompaniyên Çînî vekirîne.

Kurdistantv
Top