Li Îranê erdhej: Herî kêm 65 kes mirin
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê, ÎRNA, îro danê êvarê li deverên Eher û Verzeqan yên parêzgeha Azerbaycana Rojhilat (Tebrîz), 2 erdhejên tund rû da.
Li gorî nûçeyê, heta niha 35 kes li bajarokê Eherê û 30 kes jî li bajarokê Verzeqanê can dane û tê gotin, dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.
Tê zanîn, îro derdora saet 17:00 li deverên Eher û Verzeqan yên ser bi Tebrîzê, erdhejên bi tundiya 6.2 û 6 pile rû dabûn û giraniya erdhejê li gelek deverên din yên bakûr û bakûrê rojava hatibû hîskirin.
AKnews
