• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Îranê erdhej: Herî kêm 65 kes mirin

Gulan Media August 12, 2012 Nûçe
Li Îranê erdhej: Herî kêm 65 kes mirin
Hat zanîn, di encama erdheja li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat ya Îranê de, herî kêm 65 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê, ÎRNA, îro danê êvarê li deverên Eher û Verzeqan yên parêzgeha Azerbaycana Rojhilat (Tebrîz), 2 erdhejên tund rû da.

Li gorî nûçeyê, heta niha 35 kes li bajarokê Eherê û 30 kes jî li bajarokê Verzeqanê can dane û tê gotin, dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Tê zanîn, îro derdora saet 17:00 li deverên Eher û Verzeqan yên ser bi Tebrîzê, erdhejên bi tundiya 6.2 û 6 pile rû dabûn û giraniya erdhejê li gelek deverên din yên bakûr û bakûrê rojava hatibû hîskirin.

AKnews
Top