Malikî: Tirkiye wek ‘dewletek serbixwe’ nêzîkî Herêma Kurdistanê dibe
Nûrî Malikî, di hevpeyvînekê de digel televîzyon A Haber ya Tirkiyê de, ku dê bê weşandin, diyar kir, dema AKP destpêk hatibû ser deshilatê, hewl dida arîşeyên xwe bi Iraqê re çareser bike lê niha êdî Tirkiye bi hewl û helwestên xwe li hember welatên cîran arîşe çêdike.
Malikî, got, yek ji arîşeyên Iraqê bi Tirkiyê re ew e ku Tirkiye wek dewletek serbixwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dibe ku em vê yekê qebûl nakin û wiha axivî:
Heke Tirkiye dixaze têkiliyên baş bi Iraqê re dayne divê bi rêya Bexdayê re bi herêmê re têkilî çêbike.
Li bara helwesta Iraqê li hember bûyerên Sûriyê de jî, Malikî got, divê li Sûriyê şûna çekdarkirina aliyan, diyalog û gotûbêj bibe şêwaza çareseriyê û avakirina hikûmetek hevbeş ku hemû pêkhate û gelên Sûriyê tê de beşdar bibin, ji ber ku rewşa Sûriyê xeter e.
AKnews
