• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Brîtanyayê kampanya Enfal û kîmyabaranê

Gulan Media August 12, 2012 Nûçe
Li Brîtanyayê kampanya Enfal û kîmyabaranê
Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brîtanyayê bo bi fermî nasandina Enfal û kîmyabarana Kurdistanê weke jenosîd kampanyayek destpêkiriye û daxwazê ji revenda kurdî li Brîtanyayê dike ku piştevaniya vê kampanyayê bikin. Kampanya di meha Adara îsal de bi fermî li ser malpera Hikûmeta Brîtanyayê di bin navê "nasandina jenosîda pêkhatî li dijî Kurdan li Îraqê" hat vekirin.

Kampanya wê salekê bidome û ji bo ku ev doz bikeve rojeva Parlemena Brîtanyayê, pêwîstî bi 100 hezar îmzeyên kesan heye ku xwediyên hemwelatîbûna brîtanî ne. Kampanya elektronîk di bin navê parlementerê Partiya Parêzgarên Brîtanya yê esil-kurd, Nedîm Zehaqî, de hatiye vekirin.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brîtanyayê, Beyan Samî Ebdilrehman, bo Rûdawê got ev demek bû ew li mekanîzmeyekê digeriyan, daku vê dozê bibin hundirê Parlemena Brîtanyayê: "Piştî rûniştina ligel çend parlementerên brîtanî yên dostên Kurdan, gotin me ku ev mekanîzm (kampanya elektronîk) li Brîtanyayê heye û mimkin e em bikarin bi vê rêyê vê dozê bixin rojevê parlemenê."

Beyan daxwazê ji revenda kurdî li Brîtanyayê dike ku beşdarî vê kampanyayê bibin, daku Enfal û kîmyabarankirina gelê kurd weke jenosîd were naskirin: "Ez hêvîdar im ku hemû Kurdên xwedî regeznameyên brîtanî îmzeyên xwe bavêjin jêr kampanyayê û piştevaniya xwe nîşan bidin, ev dozeke ku em hemû hertim di xema wê de ne."

Heta nivîsandina vê rapora Rûdawê ji bo kampanyayê tenê 2132 îmze kom bibûn. Berê û her li Brîtanyayê dîsa kampanyayek ji bo piştevanîkirina serxwebûna Kurdistanê bi heman metodê hatibû destpêkirin, lê tenê çend hezar îmze kom bibûn û kampanya bi ser neketibû, herçende nêzîkî 200 hezar Kurdên bi nasnameya brîtanî li vî welatî dijîn.

Rudaw
Top