• Monday, 09 February 2026
logo

HPG: Li Wanê 18 leşker hatin kuştin

Gulan Media August 12, 2012 Nûçe
HPG: Li Wanê 18 leşker hatin kuştin
Hat ragihandin ku di encama çalakiya gerîlayên HPG’ê li navçeya Elbaka Wanê pêk anî de 18 leşker hatin kuştin. Hat diyarkirin ku di encama pevçûnê de gerîlayek jî jiyana xwe ji dest daye û gerîlayek jî bi birîndarî dîl hatiye girtin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 10'ê Tebaxê de di saet 08.40'an de li navçeya Elbaka Wanê li herêmên Guzeldere û Bableşînê li dijî wesayiteke leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketiye operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de panzerek hatiye rûxandin, 10 leşker jî hatine kuştin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyar kir ku piştî çalakiyê di navbera gerîlayan û leşkerên artêşa Tirk de pevçûneke 3 saetan qewimiye û wiha hat gotin; “Di encama vê pevçûnê de 8 leşkerê dijmin hatine kuştin. Dijmin kuştî û birîndarê xwe bi çar helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye. Piştî vê çalakiyê di pevçûna qewimî de rêhevalên me gihîştiye şahadetê, rêhevaleke me jî birîndar dîl ketiye destê dijmin. Wê nasnameya rêhevalê me yê şehîd ketiye dema hate zelalkirin ji raya giştî re were aşkerekirin.”

LI GEVERÊ KONTROLA RÊ HAT DANÎN

Navenda Çapemnî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku gerîlayan di 10’ê tebaxê, saet di navbera 15.00-22.00 de, li Colemêrgê li ser rêya Gever-Oremarê rê kontrol kirine û got; “Gerîlayên me wesayîtan rawestandin û nasname kontrol kirin, piştre jî der barê operasyonên şoreşgerî yên li Şemizînan û Çelê de agahî dane gel. Kontrola li herêmê li ser rê hatiye danîn hîna jî berdewam dike.”

LI SER RÊYA AMED-MÛŞÊ KONTROLA RÊ

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê çalakiya kontrolkirina rê ya gerîlayan di 10’ê tebaxê de li ser rêya Amed-Mûşê pêk anî de jî ev agahî da;”Di 10'ê Tebaxê de di navbera saet 17.00-19.00'an de li riya Pasûr - Mûş ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrol kirin. Gerîlayê me yê kontrola nasnama kirine û di derbarê pêvajoyê de gel hatiye agahdarkirin. Di dema rêbirînê de wesayiteke hişyariya rawestînê guhdar nekiriye û bi gerîlayên me re ketine pevçûnê. Di encama ve pevçûnê du cerdewan birîndar bûne, kaleşnîkofek, 5 cercorê wê û debanceyek van kesan ji aliyê gerîlayên me ve hatiye desteserkirin. Di çalakiyê de herweha wesayiteke a Şîrketa Barikler a Macît Barîk ku di karên avakirina qereqolan de dixebitînin hatiye şewitandin..”

ANF
Top