Clînton: Em rê nadin hebûna PKKê ya li Sûriyê
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu û Wezîra Karên Derve ya Emrîkayê Hillary Clinton, piştî hevdîtina nêzî 3 saetan berdewam kir, civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Davutoglu, diyar kir ku ew û Clinton dîsa hatine gel hev, pêşketinên dawî bi taybetî rewşa Sûriyê nirxandine, piştî civîna Cenevreyê jî, pêşketinên gelek girîng qewimîne. Davutoglu diyar kir ku raya giştî ya navnetewî divê êdî gavên eşkere û zelal ên ji vê komkujiyê re bêjin 'bes e' bavêjin. Davutoglu, wiha got: ''Herwiha me gavên mirov dikare bi hev re bavêje jî, bi awayekî berfireh nirxand. Me got ku divê pêvajoya nû ya li Sûriyê, di demeke herî kin de temam bibe û valahiyeke di aliyê hêzan de jî çênebe. Me di vê mijarê de li hev kir."
Di mijara PKK'ê de perspektîfa hevpar
Davutoglu tirsa xwe ya ji ber vê valahiyê anî ziman û wiha got: "Ger valahiyeke hêzê ya bi vî rengî çêbibe, PKK û hêzên din ên terorê bixwazin ji vê valahiyê sûd wergirin, divê em li hemberî wan tedbîrên bi her awayî bigirin. Em di vê mijarê de jî xwedî perspektîfeke hevpar in. Tirkiye jî Emerîka jî, di aliyê xebatên hevpar ên di çarçoveya gavên di vê mijarê de bavêjin de, bi biryar in. Di dema pêş me de em ê pêşketinên li Sûriyê, ji nêz ve bişopînin. Em ê bi hemû ekîbên xwe re, nirxandinên hevpar bikin. Di serdema pêş me de, Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û Koma Dostên Sûriyê, dê civînan çêkin. Me gavên ku em ê di van civînan de bavêjin jî, di ber çav re derbas kir. Ji niha û pê de jî em ê hevdîtinên xwe bi hatine gel hev û bi telefonê bidomînin."
Clinton: Destpêkê divê tundî raweste
Wezîra Karên Derve ya Emrîkayê Clinton jî di daxuyaniya xwe de da zanîn ku mijara wan a sereke, dayîna piştgiriya ji bo hemû hewldanên muxalefetê, rawestandina tundiyê û avakirina Sûriyeyeke demokratîk a bê Esed e. Clinton wiha berdewam kir: ''Em ê ji derve de jî, zextên xwe yên ji bo rawestandina tundiya li Sûriyê, bidomînin. Duh li Washingtonê ji bo ku têkiliyên di navbera Îran-Hizbullah-Sûriyê de bên birîn, gavên pêwîst hatin nîqaşkirin û biryar hat dayîn. Bi vî awayî, dê rejima Esed, zûtir têk biçe.''
Rudaw
