Ji Îsraîl, Sûriye û Îranê êdî tûrîst nayên Tirkiyeyê
Pirsgirêka Tirkiyeyê ya bi Îsraîl, Sûriye û Îranê re dahatûya tûrîzma ji van welatan daxist nîvî. Pisporê Lêkolîn û Pêşvebirina Yekitiya Otel û Karsazên Tûrîzma Akdenizê (AKTOB) Erol Karabulut, derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî. Karabulut, bal kişand Îran ji bo tûrîzma Tirkiyeyê bazereke mezin e û wiha axivî: “Ji welatên li Rojhilata Navîn herî zêde ji Îranê tûrîst dihatin Tirkiyeyê. Berê ji Îranê salê 915 hezar tûrîst dihatin Tirkiyeyê, bi taybetî jî Antalya û Akdenîzê. Lê ev hejmar daket 400 hezarî. Tirkiyeyê bi zexta Amerîkayê xaza ku ji Îranê werdigirt kêm kir. Îranê jî hejmara rêwiyên ku dihatin Tirkiyeyê kêm kir. Her wiha li Îranê devaluasyoneke mezin çêbû. Bi vê yekê re bazara Îranê ji bo me sekinî.”
‘Bazara Sûriyeyê jî têk çû’
Karabulut, destnîşan kir ji ber pirsgirêkên Tirkiyeyê yên bi Sûriyeyê re hejmara tûrîstan ji sedî 60 kêm bûye û wiha got: “Hejmara tûrîstên ji Sûriyê gihiştibû milyonekê. Lê îsal ev hejmar daketiye 300 hezar kesî.”
‘Êdî Îsraîlî jî nayên Tirkiyeyê’
Herî zêde tûrîzma di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de daket. Hejmara tûrîstên ku salane ji Îsraîlê dihatin Tirkiyeyê berê 500 hezar kes bûn. Lê ev hejmar îsal daket 50 hezar kesî. Karabulut, sedema vê yekê jî wiha eşkere kir: “Ji ber krîza siyasî ya di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de, bazara tûrîzmê ya Îsraîlê ji holê rabû. Hejmara tûrîstên ji Îsraîlê tên her roj kêmtir dibe. Bazareke bi navê Îsraîl nema.
Karabulut, destnîşan kir ji ber krîzên ku Tirkiye bi welatên cîran re dijî potansiyela tûrîzmê ji holê rabûye û ev krîz heke berdewam bike, dahatûya tûrîzmê dê kêmtir bibe.
Rudaw
