BBC: Li Sûriyê dê kurd biserkevin
Televîzyona dewletê ya îngîlîzan BBC, diyar kir ku piştî ruxandina rejima Esed, dê koma sereke ya biserkeve, kurd bin. Gotar, ji aliyê nûçegîhanê dîplomasiyê Jonathan Marcus ve bi sernavê "Kurdên Sûriyê dê di krîzê de biserkevin?", hat amadekirin. Marcus, anî ziman ku dema mirov yên di krîzê de têk biçin û yên biser bikevin binirxîne, dê kêmenetewên kurd di nav yên biser ketine de bin. Di gotarê de, ji bo nêrînên yek ji pisporên saziya ramanê Woodrow Wilson ê bi navê Aaron David Miller, cih hatiye veqetandin. Miller, dibêje ku rejima Sûriyê demên xwe yên dawî dijî û piştî ruxandina rejima Esed, kurd dê di nav komên sereke yên dê biserkevin de cih bigirin. Miller, kurdan wekî 'koma etnîkî ya herî mezin a bê welat a li herêmê' binav dike. Miller destnîşan dike ku krîza li Sûriyê, derfeteke ji bo bidestxistina îmtiyazeke zêdetir, daye kurdan. Miller tîne ziman ku astengiya herî mezin a li pêşiya vê yekê jî, Tirkiye ye. Miller, diyar dike ku li gorî baweriya wî, Emerîka û civaka navnetewî, dê avakirina xweseriyê ya bi destê kurdan a li Sûriyê, erê nekin.
'Fikarên Tirkiyê zêde bûne'
Di gotarê de nêrînên pisporê London Schools of Economics ê ku Profesorê Polîtîkayên Rojhilata Navîn e, yê bi navê Fawaz Gerges jî hatin diyarkirin. Gerges di wê baweriyê de ye ku kurdên Rojavayê Kurdistanê, wekî Başûrê Kurdistanê, dê li Sûriyê jî avabûnekê bixwazin. Gerges, destnîşan dike ku ji ber hêzên Esed xwe ji herêma kurdan vekişandine, krîz zêdetir komplîke bûye û îhtîmala ku li Sûriyê herêmeke otonom a duyemîn bê avakirin jî, fikarên Tirkiyê zêde kirine.
'Rojava, dê ji piştgirî dayîna bo kurdan, kêfxweş bibe'
Di gotarê de Seroka Programa Lêkolînên Kurd a Navenda Moshe Dayan a li Zanîngeha Tel Avîv a Îsraîlê xebatên xwe dike, ya bi navê Prof. Ofra Bengio jî diyar dike ku welatên kurd lê kêmenetew in, her diçe lawaz dibin, lewma jî mijara kurdan di pêşerojeke nêz de dê girîngtir be. Bengio tîne ziman ku kurdan dilsoziya xwe ya bi Emerîka û Rojavayê (Ewropa) re, anîne ziman û dibêje ku "Rojava, dê ji piştgirî dayîna bo kurdan, kêfxweş bibe."
'Çarenûsa vî welatî jî, dê ji ya Iraq û Lubnanê cudatir nebe'
Ji Zanîngeha Oklahoma ya Emrîqayê Joshua Landis jî nêrîna xwe di gotarê de tîne ziman. Landis diyar dike ku Esed, di aliyê kontrolkirina herêma Bakûrê Rojhilat (Rojavayê Kurdistanê) de zehmetî dikşîne, dixwaze vê herêmê ji kurdan re bihêle û li ser Şam û Helebê zêdetir bisekine. Landis diyar dike ku bi vî awayî Esed hewl dide ku erebên sûnî jî bikevin tengasiyê û dibêje ku çarenûsa vî welatî jî, dê ji ya Iraq û Libnanê cudatir nebe.
Rudaw
