Nêçîrvan Barzanî li Almanya serdana Talebanî kir
Li gorî nûçeya malpera fermî ya YNK, PUKmedia, serokomarê Iraqê û serokê giştî yê YNK, Celal Talebanî, duh li bajarê Almanya, Berlînê, pêşwazî li serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî kir.
Li gorî nûçeyê, Barzanî, bi germî rewşa tenduristiya Talebanî pirs kiriye û kêfxweşiya ji serkeftina neştergeriya ku bo Talebanî hatiye kirin, nîşan daye û hêviya xwe jî aniye ziman ku di demek kurt de Talebanî vegere welêt, ji ber ku bo çareseriya arîşeyan pêwîstî bi wî heye.
Hat gotin, Talebanî jî spasiya Nêçîrvan Barzanî kiriye ku serdana wî kiriye û di beşek din ya civînê de, arîşe û aloziyên Iraq û Herêma Kurdistan û çawaniya çareseriya wan hatiye axaftin û li ser yekrêzî û bihêzkirina têkiliyên navbera PDK û YNK hatiye kirin.
Tê zanîn, serokomarê Iraqê, Celal Talebanî, beriya niha bo nexweşiyê serdana Almanya kiribû.
