Bahçelî Ji Tirsa ‘Kurdistanê’ Riya Xwe Guhert
Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî piştî biçe Kerkûkê dê li mizgefta Nur El Kebîr nimeja xwe ya cejnê bike. Li gorî nûçeya Rojnameya Radîkalê ku îro hatiye weşandin, Bahçelî biryarekî balkeş girt. Bahçelî ji bo ku mohra “Kurdistanê” li pasaporta xwe nede, bi riya Mûsilê dê derbasî Kerkûkê bibe. Lê Wezareta Karên Derve ji bo ewlehiyê ev rê pêşniyar nake. Çimkî di sala 2004’an de 5 timên taybet ên tirk li ser vê riyê hatibûn kuştin. Tê texmînkirin Bahçelî ji bo ku di rê de alên Kurdistanê nebîne vê riyê tercîh dike. Her wiha Bahçelî naxwaze bi pêşmergeyên Kurdistanê re rû bi rû bimîne. Lê li ser riya Mûsil û Kerkûkê jî 3 noqteyên kontrolê ya pêşmergeyên Kurdistanê hene. Li gorî nûçeya Radîkalê Bahçelî ji bo ku pasaporta xwe nîşanî pêşmergeyan nede, ji Balyozxaneya Tirk a li Mûsilê wesayîta “Destlênedana Dîplomatîk” xwestiye. Ger ev wesayît ji Bahçelî re bê tehsîskirin, li ser riyan dê leşker û pêşmerge nikaribin vê wesayîtê rawestînin.
Li Kerkûkê dê propagandaya tirkbûnê bike
Li gorî nûçeyê MHP difikire ku di dema serlêdana Bahçelî de li Kerkûkê propagandaya tirkbûnê û MHP’ê bike. Li gorî agahiyan Partiya Tevgera Nijadperest a Tirkmenan dixwaze Bahçelî bi ala tirkan û ala MHP’ê peşwazî bike. Partiyê ev daxwaza xwe ji rêveberiya MHP’ê re jî şand. Lê MHP ji ber ku ji nerazîbûnan ditirse dibe ku daxwaza partiya tirkmenan qebûl neke.
