• Sunday, 08 February 2026
logo

Şêwirmendê Serokwezîrê Îsraîlê: Kurd Dewletbûnê Heq Dikin

Gulan Media August 11, 2012 Nûçe
Şêwirmendê Serokwezîrê Îsraîlê: Kurd Dewletbûnê Heq Dikin
Di raporeke ku li Qudsê hate belavkirin de, hate diyarkirin mafên kurdan heye ku herî kêm dewletekê ava bikin û ger li Iraqê dewleta kurdan ava bibe, ev ê bi kêrî Îsraîlê bê

Li gorî nûçeya îro ya rojnameya Haberturkê, li Qudsê ji aliyê saziya binavê “Jerusalem Center for Public Affairs” ve derbarê kurdan de raporek hate amadekirin. Rapor ji aliyê Şêwirmendê Serokwezîrê Îsraîlê yê berê Îzak Rabîn Jacques Neriah ve hate nivîsandin. Neriah ku şêwirmendê polîtîkaya derve ye, di raporê de destnîşan dike pêşveçûnên li Rojhilata Navîn dihêle ku kurd çarenûsa xwe bi destê xwe binivîsin. Neriah, di raporê de bal dikişîne li Rojhilata Navîn 22 welatên ereban hene û divê Îsraîl derbarê pirsgirêka kurd de baldar be. Lewre ji bo pêkanîna edaletê mafên 35 milyon kurdî jî heye herî kêm dewletekê ava bikin.


Di raporê de bal tê kişandin ger li Iraqê dewleteke kurdan ava bibe ev yek dê bi kêrî Îsraîlê bê û wiha tê gotin: “Tirkiye dê li Bakurê Iraqê weke berê dijberiya avakirina dewleteke kurd nake. Lê mijara kurdên Sûriyê dibe ku vê sekna Tirkiyeyê biguherîne.”
Top