• Sunday, 08 February 2026
logo

Beşar Esed serokwezîrekî nû destnîşan kir

Gulan Media August 9, 2012 Nûçe
Beşar Esed serokwezîrekî nû destnîşan kir
Îro 9/8/2012`an, serokê Sûriyê di merasîmekê de carek din piştî çend heyvan serokwezîrekî nû bo welêt destnîşan kir.

Li gor nûçeyeke Skynewsê, îro Serokê Sûriyê Beşar Esed di merasîmekê de, bo cara duyem di 2 heyvan de serokwezîrê nû Waêl Elhelqî destnîşan kir. Ev yek piştî ku serokwezîrê ku qutbûyî Riyad Hicab li 6/8/2012`an dev ji posta xwe ber da û çû nav rêza artêşa Sûriyê ya azad û berê xwe da welatê Urdinê.

Her îro artêşa azad ya Sûrî ji kanala El-Erebiyê re ragehandin ku, birêvebirê rêûresman li koşka komarî ya desthilata Esed cudabûye û biryare di demeke pêş de efserên pile bilind, desthilata Beşar Esed bi cî bihêlin.

Xendan
Top